NÛÇEYÊN KURDÎ

KALEK BI KÊRÊ LI MIZGEFTÊ ÊRÎŞÊ ZAROKAN KIR

Hat dîyarkirin ku li Amedê mirovek extîyar bi kêrê êrîşê li zarokên mizgeftê kirîye.

KALEK BI KÊRÊ LI MIZGEFTÊ ÊRÎŞÊ ZAROKAN KIR

 

Hat dîyarkirin ku li Amedê mirovek extîyar bi kêrê êrîşê li zarokên mizgeftê kirîye.

 

Bûyer 13ê Sibatê saet di 17:30 de li Mizgefta Fatîh a Taxa Fatîhê ya navçeya Baglarê pêk hat.

 

Di dîmena ku di kameraya ewlehîyê ya mizgeftê da hat kişandin de, zarokên ku perwerdeya Qur'anê dibînin, li gor îdîayan ji ber ku çeleqetîyê kirine ji alîyê kalekî ve bi devkî hatin hişyarkirin.

 

Piştê ku kalo derket derve û dît ku dîsa çeleqetî tê kirin, bi kêra di destê xwe de vegerîya û ji zarokan re got “bisekinin” û kêrê ber bi zarokan ve çep û rast weşand. Li ser vê yekê hat dîtin ku zarok ji mizgeftê derketin. Polêsan derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.