NÛÇEYÊN KURDÎ

KARATEPE: MÛÇEYA KÊMTIRÎN A NÛ HEVÎYAN PÊK NAYÎNE

Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Yalçin Karatepe ku piştê eşkerekirina mûçeya kêmtirîn îro daxuyanî da, dîyar kir ku mûçeya kêmtirîn a nû ya ku wek 17 hezar 2 lîre hat ragihandin, hêvîyan pêk nayîne.

KARATEPE: MÛÇEYA KÊMTIRÎN A NÛ HEVÎYAN PÊK NAYÎNE

 

Karatepe di daxuyanîya xwe de wiha got: "Dema ku em mûçeya kêmtirîn a ku hatîye eşkerekirin esas digrin, heke di malbatê de xebatkaran 3 mûçeyên kêmtirîn negirin, ew mal feqîr e.

Di vê hawîrdora betalîyê de mirov bifikire jî ku ji malekê 3 kes dixebitin, xewnek e.

Divê bê dîtin ku ev mîqdara ku hatîye eşkerekirin bi milyonan karker mehkûmê birçîbûn û belengazîyê dike. Hejmara 17 hezar 2 lîre ya ku hatîye eşkerekirin kêm zêde ya kirêya xanîyan a li bajarên mezin de ye.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.