NÛÇEYÊN KURDÎ

KARKERÊN KU BÛN ENDAMÊN SENDÎKAYÊ JI KAR HATIN AVÊTIN

Hat dîyarkirin ku li Amedê bi dehan karkerên tekstîlê bi hinceta endamên sendîkayê ne ji kar hatine derxistin.

KARKERÊN KU BÛN ENDAMÊN SENDÎKAYÊ JI KAR HATIN AVÊTIN

 

Nûnerê yê Sendîkaya Karkerên Pîşesazîya Tekstîl, Kinc, Cilûberg û Çerm (TEKSÎF) a Navend a Amedê ragihand ku 60 karkerên li Herêma Pîşesazîya Organîze di fabrîqeya tekstîlê de dixebitin ji ber ku bûne endamên sendîkaya wan, ji kar hatine avêtin.

Her wiha hat dîyarkirin ku kesên berpirsyar nahêlin ku karkerên ji kar hatine derxistin li cîhekî din bixebitin.

Rêvebirên sendîkayê dîyar kirin ku li ser daxwaza karkeran wan wek endam qeyd kirine, ji kar derxistina wan ne qanûnî ye û li ser vê yekê pêvajoya hiqûqî dane destpêkirin

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.