GÜNDEM

KAYA BI ‘LÎSTEYA KESK’ KARAGOZ JÎ BI ‘LÎSTEYA ŞÎN’ BÛN NAMZET

Serokê Lijneya Rêvebirîya Odeya Pîşesazî û Bazirganîyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya ragihand ku ew ê di hilbijartinên Odeyê yên ku di 2yê cotmehê de bên kirin de dîsa bibin namzet.

Kaya ku li ser hesabên xwe yên medyaya civakî bi sernavê "Em ji bo Hevgirtina Civakî ya Amedê Berdewam Dikin" daxuyanî da û got, "Em dîsa wek ku 14 Nîsana 2018an de bi ‘Lîsteya Kesk’ li DTSO’ye dest bi wezîfeyê kiribûn, em ê di hilbijartinên endamên komîsyonê yên ku wê di 2yê Cotmeha 2022an de li Amedê bê kirin de carek din bibin namzet in.” Li alîyê din ve karsazê ji Amedê Musa Karagoz ê ku namzetîya xwe ya ji bo Serokatîya DTSO'yê eşkere kir, dîyar kir ku ew ê bi "Lîsteya Şîn" bikevin hilbijartinê. Karagoz di daxuyanîya xwe ya derbarê namzetîyê de wiha got; “Em ê hemû li bajêr bên cem hev û ji bo pêkanîna projeyên nû gavan biavêjin. Em ê bibin yek û berjewendîyên bajêr li ber çavan bigirin.”  

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.