NÛÇEYÊN KURDÎ

KAYA: ÇIMA LI AMEDÊ TRANWAY NAYÊ ÇÊKIRIN?

Ji wezaretê hat pirsîn ku çima projeya tranway a ku di sala 2016an de li Amedê projeya wî hatibû çêkirin û di bernameya heq dayînê de cîh girtibû, hê nehat çêkirin.

KAYA: ÇIMA LI AMEDÊ TRANWAY NAYÊ ÇÊKIRIN?

Wekîla Partîya Gelan a Wekhevî û Demokrasîyê (HEDEP) a Amedê Adalet Kaya di çarçoveya nîqaşên plan û butçeyê yên Wezareta Gîhandin û Binesazîyê de pirsgirêkên Amedê anî ziman.

 

Kaya, dîyar kir ku Amed navendeke bazirganîyê ya girîng e û got ku ew dixwazin Amed jî di nava projeya otobana ku heta Rihayê hatîye de cîh bigire.

 

Her wiha Kaya anî ziman ku, projeya trêna bilez ji Mêrsînê anîne Rihayê, lê Amed di nava projeyê de cîh negirtîye. Kaya, da zanîn ku projeya tranwaya bajêr a di sala 2016'an de hatîye projekirin û ji şaredarîyê re hatîye fînansekirin hê jî nehatîye çêkirin û wiha got, "Daxwaza gel ev e ku ev yek ji alîyê Wezareta Gîhandin û Binesazîyê ve bê kirin.

 

 Kaya di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser seferên balafiran ku roj bi roj kêm dibin û qutbûna binesazîya înternet û GSMê.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.