NÛÇEYÊN KURDÎ

KAYA: OTOBAN NEYÊ AMEDÊ WÊ PIRSGIRÊKÊN MEZIN DERKEVE

Ji ber ku Amed di projeya otoban a 2023-2035an a Wezareta Gihandin û Binesaziyê de cîh negirt bû sedema bertekan.

KAYA: OTOBAN NEYÊ AMEDÊ WÊ PIRSGIRÊKÊN MEZIN DERKEVE

Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya, dîyar kir ku ew bi mijarê re eleqedar dibin û ger di vê projeyê de ku wê tevkarîyeke mezin li îxracata bajêr bike, di bazirganîyê de pirsgirêkek mezin derkeve.

Kaya got wiha berdewamkir, "Mixabin em dibînin ku bajarê me di warê otoban û trênên bilez de ne di asta projekirina vîzyona 2035'an a Wezaretê de ye.

Me ev yek weke dosya pêşkeşê birêz Cevdet û wekîlên bajêr kir.

Qada me ya ku herî zêde îxracat tê kirin Herêma Kurdistan e ku ev jî yek ji 3 welatên sereke yên îxracata Tirkîye ye.

Bajarên Rojhilat li ser Amedê re bi wir ve tê girêdan.

Ger ev rê bi Amedê re neyê girêdan, wê bajarê me di bazirganîyê de bibe xwedîyê pirsgirêkên mezin.

Jixwe xizmetên balafiran li bajêr kêm in û ger trênên bilez û otoban neyên danîn, ev bajarên ku ji navendên wekê Stenbol û Enqereyê dûr in wê herî zêde zirarê bibînin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.