NÛÇEYÊN KURDÎ

KEÇA KU HAT GOTIN ÎNTÎXAR KIRÎYE, DERKET HOLÊ KU HATÎYE KUŞTIN

Derket holê ku keça bi navê B.K. ya 13 salî ku li gor îdîayan 3 sal berê li Qersê di mala xwe da bi çekê bera serê xwe da û întîxar kirîye, bi hinceta "mesela namûsê" hatîye qetilkirin.

Li gorê nûçeya DHA’yê, malbata ku di encama lêkolîna delîlên di dosyayê de ji nû ve hatin binçavkirin û nirxandina agahîyên nû yên hatin bidestxistin, di destpêkê de îdîa kirin ku B.K. întîxar kirîye.

Lê belê paşê di îfadeyên ku hatin dayîn de derket holê ku B.K. bi biryara malbatê bi gotina "mesela namûsê" hatîye kuştin. Ji gumanbarên ku sewqê dadgehê hatin kirin bav M.K. û birayê mezin Î.K. hatin girtin û şandin girtîgehê. Dayîk F.K., birayên mezin B.K. û M.K. bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.