NÛÇEYÊN KURDÎ

KESÊN JI MEXDÛRÊ ERDHÊJÊ KIRÊ ZÊDE DISTÎNE WÊ BI HEPSÊ BÊN CEZA KIRIN

Kesên bihayê kirê zêde dikin wê li gor qanûna TCKyê bi hejmara 237emîn, bi sûcê “bandorê li bihayan dike” werin darizandin.

KESÊN JI MEXDÛRÊ ERDHÊJÊ KIRÊ ZÊDE DISTÎNE WÊ BI HEPSÊ BÊN CEZA KIRIN

Kesên bihayê kirê zêde dikin wê li gor qanûna TCKyê bi hejmara 237emîn, bi sûcê “bandorê li bihayan dike” werin darizandin.

Ji ber erdhêjên navenda wê Mereş, koç û barkirina navxweyî jî zêde kir û pê re bihayên kirê jî bi awayekê fahîş zêde bû.

Li gor nûçeya Tûran Salci yê ji Spûtnîkê, Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê daxuyandîye ku piştê erdhêjên 6ê Sibatê welatîyên ku mexdûr bûne û ji herêmê koçê Enqereyê kirine, li ser gilîyê mexdûran hatîye tespît kirin ku hinek emlakfiroş û xwedîyên xanîya, vê rewşê wek fersendê bikaranîye û bihayên zêde fahîş dane ber wan hatîye tespît kirin. Di lêkolînan de hatîye dîtin ku di navbera 20 rojan de bihayên ku di îlan û reklaman de hatîne dîyar kirin gelekî zêde bûne.

Di çarçoveya lêpirsînê de hat diyarkirin ku wê li gor hejmara 237emîn ya qanûna TCKyê bi sûcê “bandorê li bihayan dike” werin darizandin. Kesên li gor vê bendê tên darizandin ji salekê heta 3 salan cezayê girtîgehê û cezayê pere yê edlî li wan tê birîn.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.