NÛÇEYÊN KURDÎ

KESK AMED: EDALETA NE DI WEXTÊ DE NE EDALET E!

Platforma Şaxên Amedê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerîyê (KESK) derbarên biryarên OHALê, ji kar avêtin û Ahmet Çoban ê ku piştê mirina wî îadeya karê wî de daxuyanî da.

Sekreterê Şaxa Sendîkaya Karkerên Ofîsê (BES) Silêman Ogut daxuyanî xwend. Ogut di daxuyanîyê de wiha got, “Serokê Şaxa me yê Berê Ahmet ÇOBAN ê ku di sala 2016’an de bi biryarnameyekê hat îxrackirin, zilma ku lê hatibû kirin tehemul nekir û di 22’ê Nîsana 2019’an de ji ber nexweşîya pençeşêrê jîyana xwe ji dest da. Nêzî 3 sal û nîv piştê ku ji kar hat avêtin, bi biryara Komîsyona Rewşa Awarte li ser wezîfeya xwe hat îadekirin. Hikûmet û komîsyona wê, gelo wê çawa hesabê van hemû kirinan bi qanûnî û biwijdanî bide? Li vir em careke din bang dikin; Divê windakirina mafên madî û manewî yên hemû kedkarên cemawerîyê yên ku mexdûrên ji kar derxistina neqanûnî ne, bê telafîkirin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin heta hemû endamên me yên ku bi neheqî û bêhiqûqî ji wezîfeyê hatine dûrxistin bên vegerandin! Em careke din dubare dikin, EDALETA NE DI WEXTÊ DE NE EDALET E!”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.