GÜNDEM

KESK AMED: EM JI HER KARGEHÊ JI BO 7 ROJ 24 DEMJIMÊRAN VEKIRÎ KREŞA BÊ PERE YA ZIMAN DAXWAZ DIKIN

Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerîyê (KESK) ya Amedê, bi dirûşma "Em li her kargehê kreşan dixwazin" daxuyanî da çapemenîyê.

KESK AMED: EM JI HER KARGEHÊ JI BO 7 ROJ 24 DEMJIMÊRAN VEKIRÎ KREŞA BÊ PERE YA ZIMAN DAXWAZ DIKIN

Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerîyê (KESK) ya Amedê, bi dirûşma "Em li her kargehê kreşan dixwazin" daxuyanî da çapemenîyê.

Di daxuyanîya li ber Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl de pankarta, "Li her kargehê kreşên bêpere yên zimanê dayikê yên 7 roj û 24 demjimêran vekirî" hat vekirin û dirûşmên "Va ye sendîka, vaye KESK" hatin berzkirin.

Sekretera Sendîkaya Kedkarên Xizmetguzarîya Tenduristî û Civakî (SES) ya Şaxa Amedê Fatma Yildirim, axivî û dîyar kir ku her çenî lênêrîna zarokan di bin garantîya dewletê de be jî, ji alîyê dewletê ve weke "sektora taybet" tê nîşandan.

Berdevkê Demê yê Platforma Şaxên KESK'ê ya Amedê Serdar Keskîn di metna daxuyanîya çapemenîyê de wiha got, "Berî her tiştî xwedîkirina zarokan ne tenê ji bo jinan, dayik û bav jî erka hevpar e. Ji ber vê yekê em îtiraz dikin ku nîqaşên li ser rêziknameya kreş û mafê dayik û bav tenê li ser jinan tê kirin.

Her weha divê were zanîn ku pirsgirêkên dayik û bavan ne tenê ji bo temenê 0-6 salî, ji bo zarokên her temenî yên ku xwe têr nakin jî derbasdar in.

Xizmetên lênêrîna zarokan û perwerdehîyê ji bo hemî dayik û bav û zarokan mafek e û divê hukûmet çi hewce bike ji bo dabînkirina vê mafê bike.

Divê gelek modelên kreşê yên wekî kreşên taxan, kreşên cihê kar, kreşên Herêma Pîşesazîya Organîze (OSB) hebin û divê hilbijartina kreşê ji dayik û bavan re bê hiştin. Bi taybetî ji bo zarokên karkerên nobetê divê kreş bi hêsanî, bêpere, bi zimanê dayikê, bi kalîte û 24 demjimêran vekirî bin. Divê rêzikname û prensîbên derbarê kreşan de zelal bin û li gor pîvanên navneteweyî bin, polîtîkayên kreşê divê li gor hukûmeta heyî neyên bi rêkûpêk kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.