NÛÇEYÊN KURDÎ

KESK: BI OHALÊ RE DEH HEZAR KARKER JI PEYWÎRA XWE HATIN DÛRXISTIN

Platforma Şaxên Amedê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Giştîyê (KESK) di derbarê xala demkî ya 35'an a li Hûkmê Qanûnê (KHK) hat zêdekirin li Parka Hazal a Yenîşehîrê daxuyanî da çapemenîyê.

Serokê Şaxa Amedê ya Sendîkaya Çapemenî, Weşan, Ragihandin û Poste (HABER-SEN) Mehmet Ulu da zanîn ku xebatkara TRT'ê Denîz Salmanli ku ev 22 sale cezayê dîsiplînê jî negirtîye, ji ber parvekirinên wê yên li ser medyaya civakî, ewil ji peywîra xwe hatîye dûrxistin û paşê jî bi xala 35'an a demkî hatîye îxrackirin. Ulu dîyarkir ku rêveber û endamên wan ku ji ber têkoşîna li dijî maf û azadîyên sendîkayan hatine îxrackirin, ti sûcê wan tine û wiha berdewam kir; "Ji Hewldana Derbeya Tîrmehê ya 2016'an û vir ve, bi biryarnameyên awarte yên di 20'ê Tîrmehê de hat ragihandin, bi deh hezaran xebatkarên giştî ji peywîra xwe hatin dûrxistin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.