NÛÇEYÊN KURDÎ

KILIÇDAROGLÛ WÊ 105 HEZAR LÎRE TEZMÎNATA MANEWÎ BIDE ERDOGAN

Namzedê Serokomarîyê yê Tifaqa Millet û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû, ji ber gotinên wî yên derbarê Serokomarê AKPê Recep Tayyîp Erdogan de, cezayê tezmînatê lê hat birîn.

Di du dozên cuda yên ku ji alîyê Erdogan ve bi îdiaya "binpêkirina mafên wî yên şexsî" hatine vekirin de dadgehê biryar da ku Kiliçdaroglû 105 hezar lîre "tezmînata manewî" bide. Parêzerê Erdogan Huseyîn Aydin, di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de wiha got: "38'emîn Dadgeha Cezayê Aslîye ya Enqereyê, bi sûcdarîya ku Kemal Kiliçdaroglu îftîra li Serokomarê me kirîye û gotîye 'ew ê bireve derve.' Ji bo vê îftîrayê 50 hezar lîre û ji bo wekîn di axavtinên xwe de heqaret kirîye jî 55 hezar lîre sûcdar kir.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.