GÜNDEM

KOMÎSYONA OHAL’Ê XEBATÊN XWE TEMAM KIRIN

Komîsyona ku Biryarnameyên Hukmê Qanûnê (KHK) yên di çarçoveya Rewşa Awarte de hatine derxistin lêkolîn dike, ragihand ku di derbarê hemû serlêdanan de biryar dane.

Di çarçoveya Rewşa Awarte ya ku piştî hewldana derbeyê ya 15ê Tîrmeha 2016an hat îlankirin de bi qerarnameyan 131 hezar û 922 muamele hatine kirin.

Di vê çarçoveyê de 125 hezar û 678 kes ji karê cemawerîyê hatin dûrxistin, 3 hezar û 213 kes rutbeya wan jê hatîye xistin, biryara girtina 2 hezar û 761 sazî û rêxistinan hatîye dayîn û 270 kesên li derveyî welat dixwînin jî, xwendekarîya wan hatîye betal kirin.

Komîsyona Rewşa Awarte di 22’ê Gulana 2017’an de dest bi kar kir. Wezîfeya komîsyona ku ji 17'ê Tîrmeha 2017'an û vir ve bi elektronîkî dest bi wergirtina serlêdanan kir, wê di 22'ê Çile de biqede.

Komîsyona Rewşa Awarte rapora salane amade kir û xebatên ku di dema erka xwe de kirine, pergala lêkolîn û nirxandina daneyan û nimûneyên biryarê pêşkêşî raya giştî kir.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.