NÛÇEYÊN KURDÎ

LI BISMILÊ JI BER EMELIYATÊN BÊ QEYD 4 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Li Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê 2 jê bijîjk 4 kesên ku bêqeyd emelîyata poz kirin e, hatin binçavkirin.

LI BISMILÊ JI BER EMELIYATÊN BÊ QEYD 4 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Li Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê 2 jê bijîjk 4 kesên ku bêqeyd emelîyata poz kirin e, hatin binçavkirin.

 

Di xebatên ekîbên Midûrîyeta Emnîyetê ya Navçeyê ya bi kordînasyona Serdozgerîya Komarê ya Bismilê de hat tespîtkirin ku doktorên guh, poz û qirikê R.A. û H.S., yên li Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê dixebitin, emelîyata poz ji nexweşan re li nexweşxaneya dewletê bê qeyd kirine.

Di çarçoveya lêpirsînê de hat dîyarkirin ku E.O. û E.A. yên sekreterîya tenduristîyê jî bi doktoran re dixebitin. Ji gumanbaran bijîjk H.S. li Stenbolê û gumanbarên din jî di operasyona ku li navnîşanên wan ên li navçeyê hat lidarxistin de hatin binçavkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.