NÛÇEYÊN KURDÎ

TÊ PAYÎN KU DAWÎYA HEFTEYÊ LI AMEDÊ BARANA GUR HEBE

Hat dîyarkirin ku wê dawîya wê hefteyê dîsa li Amedê baraneke gur bibare.

TÊ PAYÎN KU DAWÎYA HEFTEYÊ LI AMEDÊ BARANA GUR HEBE

Li Amedê û herêmê ji ber barana gur dawîya hefteya borî li gelek cîhên niştecîhbûnê lehî rabû û li Êlihê 4, li Amedê jî 2 kes jîyana xwe ji dest dabûn.

Li gor daneyên Midûrîyeta Herêma 15emîn a Meteorolojîyê ya Amedê, tê pêşbînîkirin ku îro û sibe ewê tav be û germahîya hewayê di bin normên demsalî da be.

Di dawîya wê hefteyê de li navenda Amedê û hemû navçeyên wê barana gur tê payînkirin û ji welatîyan hat xwestin ku baldar bin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.