NÛÇEYÊN KURDÎ

KOMELEYA KOLANA HUNERÊ DERBARÊ HUDA PARÊ DE GILÎYÊ SÛC KIR!

Komeleya Parastin û Nûjenkirina Kolana Hunerê ya Amedê, ji ber gotinên Serokê Navçeya Yenîşehîrê yê HUDA PARê ku Kolana Hunerê wek cihê "alkol û fuhûşê" bi nav kiribû, bi daxuyanîyeke medyayê bertek nîşan da.

Serokê Navçeya Yenîşehîrê ya HUDA PARê Muzaffer Beber, derbarê Kolana Hunerê de wiha gotibû: “Li van cafeyên ku birayên me yên xwendekarê dibistana navîn û yên lîseyê diçin û tên de alkol tê firotin.Bûyerên fuhûşê yên ku em napejirînin û em li dijî wan derdikevin dibe ku li kolanên kêlekê, kuçeyan û avahiyên xerabûyî rû bidin. Jê re dibêjin kolana hunerê, lê ji bilî hunerê her tişt li vir heye.”Esnaf û nûnerên partiyên siyasî, piştgirî dan daxuyaniya komeleyê ya ku li Kolana Hunerê ya navçeya Yenîşehîra navendî ya Amedê hat lidarxistin. Serokê Komeleya Parastin û Nûjenkirina Kolanên Hunerê, Umît Ûmdû di daxuyanîya ku da de wiha got: “Kolana me, ji hêla yekîneyên rayedar ve tê kontrolkirin û esnafên em û yekîneyên rayedar û welatiyên me yên li vir destûr nadin tevger û bûyerên neyînî. Em ê rê nedin tu kes ku kolana me ya ku bûye sembola Amedê bi nûçeyên derew, qirêj bike û em ê derbarê kesên ku van îdiayên bêbingeh dikin de serlêdana sûc bikin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.