GÜNDEM

LI AMEDÊ 3 JÎNGEH WEKE ‘HERÊMÊN EWLEHÎYÊ’ HATIN RAGIHANDIN

Li sê jîngehên Liceyê “Herêma ewlehîya taybet a demkî” hat ragihandin û qedexekirin.

LI AMEDÊ 3 JÎNGEH WEKE ‘HERÊMÊN EWLEHÎYÊ’ HATIN RAGIHANDIN

Li sê jîngehên Liceyê “Herêma ewlehîya taybet a demkî” hat ragihandin û qedexekirin.

Walîtîya Amedê bi daxuyanîyekê ragihand ku li çoltarê Taxa Xosor û mezrayên Hewsel û Alîye yên Lice ya Amedê ji bo 7 rojan “Herêma ewlehîya taybet a demkî” hatine ragihandin.Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku qedexeye welatî bikevin van herêman û wiha destnîşankirin: “Ji bo ku welatîyên diçin van herêman ji kesên derqanûnî yên li van herêman û tevdîrên li dijî wan tên girtin zirarê nebînin, ev herêm ji 28/12/2022’an saet 02:00’yan heta 03/01/2023’yê saat 23:59’an, ji bo 7 rojan weke ‘herêmên ewlehîya taybet a demkî’ hatine ragihandin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.