GÜNDEM

KOMXEBATA HDP Û ÇEPÊN KESK BI DAWÎ BÛ! WÊ RAPORAN PÊŞKÊŞÊ KOMÎSYONÊN KONGREYÊ BIKIN

Bi pêvajoya rexne û xwerexnekirinê ya ku piştê hilbijartinan ji alîyê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partîya Çepên Kesk ve hatibû destpêkirin, komxebat û atolyeyên ku di çarçoveya xebatên ji nû ve avakirinê de hatibûn lidarxistin, bi dawî bûn.

Piştê civînên gel, di bernameyên ku di meha Tebaxê de dest pê kiribûn de du komxebat li ser xetên rêxistinî û sîyasî hatin lidarxistin. Her wiha 5 atolye hatin lidarxistin ku di nav wan de atolyeyên orjînal ên jinan jî hebûn. Nûnerên Tifaqa Ked û Azadîyê, akademîsyen, endamên Lijneya Şêwirmendîya HDP'ê, rêveberên partîyê û gel beşdarê komxebatan bûn.

Di atolye û komxebatan de ku bi tevlêbûneke xurt pêk hatin de, pêşnîyar bi nivîskî hatin pêşkêşkirin. ji partîyan hat xwestin ku di serdema nû de xebatên Îslama Demokratîk berfirehtir bibin û nirxên civakê li ber çavan bigirin û di vê warê de polîtîkayan pêş bixin.

Di pêşnîyaran de hat xwestin ku bawerî bi nirxek û azad û wekhev bên desteserkirin û bi sazî û pêkhateyên ku nirxên Îslama Demokratîk li dijî nêrîna Îslama Sîyasî pêşengîyê dikin re hevgirtin bê zêdekirin.

Di civînên gel ên ku dema HDP û Partîya Çepên Kesk dikevin nava pêvajoya kongreyê de, mijarên ku gel anîn ziman û pêşnîyar û nêrînên ku di komxebatên di vê çarçoveyê de hatine lidarxistin, wê pêşkêşê komîsyona kongreyê ya ku wê were avakirin bên kirin. HDP û Partîya Çepên wê bi vê rengê xeta sîyasî ya rêveberîya nû, li gor encaman dîyar bikin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.