NÛÇEYÊN KURDÎ

KOOPERATÎFA JINAN YA DTSO’YÊ KOMXEBATEK LI DAR XIST

Li Meclisa Jinan a Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO), Salona Konferansê ya DTSO’yê, bi beşdarîya nêzê 40 Kooperatîfên Jin ên ji 15 bajaran, "Komxebata Kooperatîfên Jinan a di Asta Herêmê de" hat lidarxistin.

Berdevka Meclîsa Jinê ya DTSO’yê Nevîn Îl, di komxebatê de axivî û dîyarkir ku kooperatîfên herêmê beşdarê komxebatê bûne. Îl, her wiha behsa girîngîya tora hevgirtinê kir. Îl, anî ziman ku wan Meclîsa Jinan a DTSO’yê, ji bo temsîlîyeta jinan ava kirine û wiha berdewam kir; "Ji bo jin di qada aborîyê de hebin û nûnertîya xwe mayînde bikin, em ketin vê rêyê. Me dît ku pêwîstîya me bi meclîsa jinan heye. Meclîsa me ya jinan, ji bo cîhanê û Tirkîyeyê bû mînak. Ev yek ji bo me cihê serbilindîyê ye."

Piştê axaftinan, komxebat ji çapemenîyê re girtî berdewam kir.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.