NÛÇEYÊN KURDÎ

KOROYA ŞARISTANÎYÊN ANTAKYAYÊ LI AMEDÊ KONSER DA

Koroya Şaristanîyên Antakyayê ku di erdhêja navenda wê Mereşê de 7 endamên xwe winda kirin, li Amedê konser da.

KOROYA ŞARISTANÎYÊN ANTAKYAYÊ LI AMEDÊ KONSER DA

 

Koroya Şaristanîyên Antakyayê ku di erdhêja navenda wê Mereşê de 7 endamên xwe winda kirin, li Amedê konser da.

 

 

 

Koroya ku di sala 2007’an de bi beşdarîya kesên ji 3 ol û mezhebên cuda cuda ji bo çanda jîyana bi hev re ya li Hatayê nîşanê hemû cîhanê bide û heta niha gelek konser dane, di çarçoveya bernameyên Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê ya "Demsala Çand û Hunerê ya 2024 Alî Emîrî" de, li Navenda Çand û Kongreya Sezaî Karakoç, bi gelê Amedê re hat cem hev.

 

Koro bi dirûşma "Muzîk tişta herî hêsan e ku ji dilê mirovan re tesîr dike" derket ser dikê û bi zimanên Tirkî, Kurdî, Erebî, Ermenî û Zazakî stran gotin. Dîrektorê koroyê Yilmaz Ozfîrat berîya konserê di daxuyanîya xwe ya ji bo rojnamevanan de dîyar kir ku li Amedê mirovên ji olên cuda bi hev re dijîn.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.