NÛÇEYÊN KURDÎ

DAXWAZA GUHDARKIRINA DAVUTOGLU NEHAT QEBÛLKIRIN

Daxwaza guhdarkirina Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu ya ji doza Komkujîya Pirsûsê, hat redkirin.

DAXWAZA GUHDARKIRINA DAVUTOGLU NEHAT QEBÛLKIRIN

Daxwaza guhdarkirina Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu ya ji doza Komkujîya Pirsûsê, hat redkirin.

5'emîn danişîna doza 33 kesên ku di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di êrîşa bombeyî ya çeteyên DAIŞ'ê de hatibûn qetilkirin de derbarê bersûcên firarî Denîz Buyukçelebî û Îlhamî Balî de li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê hat dîtin.

Ji parêzerên Platforma Edaletê ya Pirsûsê Sevda Çelîk Ozbîngol, xwest her kesên di dosyayê de cîh digirin wek şahid bên guhdarkirin. Ozbîngol xwest ku sîyasetmedar û rayedarên sivîl ên serdemê bên guhdarkirin û wiha got, "Di vê mijarê de biryarên dadgehên navbeynkar hene, lê nehatine cîh.

Ahmet Davutoglu jî yek ji wan e." Dadgehê biryar da ku biryara girtinê ya bersûcên fîrarî berdewam bike, daxwaza darizandina Fadîle Uyanik qebûl kir û daxwazên din ên parêzeran bi taybetî jî daxwaza guhdarkirina Ahmet Davutoglu red kir. Danişîna din ji 21ê Gulana 2024an re hat taloqkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.