NÛÇEYÊN KURDÎ

PLATFORMA MALBATÊN LI EDALETÊ DIGERE: NE FELAKET E, KOMKUJÎ YE

Platforma Malbatên li Edaletê Digere li ber Edlîyeyê Çaglayanê ya Stenbolê ji ber erdhêjên 6'ê Sibatê ku bi milyonan kes ji mafê jîyanê bêpar mabûn, ev 11 meh e edalet pêk nayê protesto kirin.

PLATFORMA MALBATÊN LI EDALETÊ DIGERE: NE FELAKET E, KOMKUJÎ YE

 

Endamên platformê pankartên "6'ê Sibata 2023'an ne felaket e, komkujî ye! Em edaletê dixwazin" hilgirtin.

Li ser navê malbatên ku 11 meh e li edaletê digerin Parêzer Gulsum Ozdogru daxuyanî xwend û wiha got; "Em ê wekê erdhêja Marmarayê dosyayên ji ber demborîyê bên girtin qebûl nekin! Me jîyana xwe ji dest da, dema ku gumanbar di nav me de digerîyan em li bendê bûn ku hesabên êşa xwe bipirsin. Di ser erdhêjê re 11 meh derbas bû. Em hê jî li benda nîşana edaletê ne. Em li bendê ne ku delîl bên berhevkirin, raporên pisporan bên dîtin û kesên me yên winda bên dîtin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.