NÛÇEYÊN KURDÎ

LEZGîN - LI BISMILÊ JI BER LI HEV NEKIRINA ERDAN PEVÇÛN! 8 MIRÎ 4 BIRÎNDAR

Li navçeya Bismilê ya Amedê ji ber li hev nekirina erdan du malbatan şer kirin, di encamê de gelek kes mirin û birîndar bûn.

LEZGîN - LI BISMILÊ JI BER LI HEV NEKIRINA ERDAN PEVÇÛN! 8 MIRÎ 4 BIRÎNDAR

Li navçeya Bismilê ya Amedê ji ber li hev nekirina erdan du malbatan şer kirin, di encamê de gelek kes mirin û birîndar bûn.

Li gundê Şidada yê navçeya Bismilê ya Amedê nîqaşa ku ji ber nakokîya erd dest pê kir, veguherî şerê çekdarî.

Li gorî tespîtên ewil, di şerê ku çek jî hat bikaranîn de 9 kesan jîyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.  Li gundê ku ekîbên cendirmeyan tedbîrên ewlehîyê yên berfireh girtin, ekîbên tenduristîyê birîndar rakirin nexweşxaneyan.

Walîyê Amedê Alî Îhsan Su, di derbarê bûyerê de daxuyanî da û dîyar ku di navbera her du malbatan de ji ber nakokîya erdan pevçûn derketîye û got, “Mixabin di şerê navbera her du malbatan de 8 welatîyên me jîyana xwe ji dest dan û 3 welatîyên me jî birîndar bûn in. Welatîyên me yên birîndar rakirine nexweşxaneyê û tîmên cendirmeyê li herêmê tedbîrên pêwîst girtin e. Hat ragihandin ku lêpirsîna derbarê bûyerê de berdewam dike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.