NÛÇEYÊN KURDÎ

ÎLGEZDÎ: AMED DI RÊJEYA DAYÎKA ZAROK DE DI REZA 3'EMÎN DE YE

Hat dîyarkirin ku di sala 2021an de li Amedê, jinên 19 salî û biçûktir ji hezar û 500î zêdetir pitik anîn dinyayê.

ÎLGEZDÎ: AMED DI RÊJEYA DAYÎKA ZAROK DE DI REZA 3'EMÎN DE YE

Hat dîyarkirin ku di sala 2021an de li Amedê, jinên 19 salî û biçûktir ji hezar û 500î zêdetir pitik anîn dinyayê.

Alîkara Serokê Giştî yê CHP'ê Gamze Akkûş Îlgezdî, rapora xwe ya bi sernavê "Tabloya Şermê ya Tirkîyeyê, Dayîkên Zarok" ya li ser rêjeya ducanîbûna zarokan, li tevahîya Tirkîyeyê parve kir. Îlgezdî bal kişand ser îstîsmara zayendî ya li Tirkîyeyê ku di asta herî jor de ye û dîyarkir ku pirsgirêkên di derbara zarokan de roj bi roj zêde dibin. Îlgezdî axaftina xwe wiha domand; “Keçên me yên ku di temenê biçûk de ji xwendinê qut bûne û bi zorê hatine zewicandin, dibin 'dayik', ev jî îsbata berbelavbûna îstismarkirina zarokan, ango îstîsmara zayendî ye."

Îlgezdî dîyarkir ku di sala 2021ê de 13 hezar û 139 keçên ku di navbera 16-17 salî de zewicîn jî, namzetên 'dayîkê' bûn û 46 hezar û 522 keçên di navbera 18-19 salî de jî zewicîn. Li gor rapora ku Îlgezdî pêşkêş kir, hat dîyarkirin ku di sala 2021an de li Tirkiyeyê, 7 hezar û 190 pitik ji zarokên 17 salî biçûktir hatine dinyayê û 117 pitik jî diya wan ji 15 salî biçûktir in. Di raporê de hat dîyarkirin ku dayîkên 7 hezar û 73 pitikan, di navbera 15-17 salî de ne. Hat dîyarkirin ku dayîkên di sala 2021an de 32 hezar û 91 pitikan anîn dinyayê, di navbera 18-19 salî de ne. Di sala 2021ê de bi giştî 39 hezar û 281 pitik ji alîyê kesên di bin 19 salîyê de hatine dinyayê.

Di belavkirina dayîkên di bin 19 salîyê de welidandin de; Riha bi 3 hezar û 809 zayînan di rêza yekem de cîh girt, rezê Stenbol bi 3 hezar û 271, Amed bi 1618, Hatay bi 1436 û Edene jî bi 1374 şopand. Yên ku temenê wan di bin 15 salîyê de welidîne, di hejmara ku li van parêzgehan hatine dîyarkirin de cih negirtîye. Derket holê ku Dêrsim tekane parêzgeh e ku di bin 18 salîyê de jidayikbûn tune ye. Li Dêrsimê hejmara jidayikbûna di bin 19 salîyê de wek 15 hat dîyarkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.