NÛÇEYÊN KURDÎ

LI 6 NAVÇEYÊN AMEDÊ LÊGERÎNA NEFTÊ BÊ KIRIN

Li 9 taxên Amedê ji bo lêgerîna neftê ji zevîyên çandinîyê yên bi avî re biryara “îstîmlaqkirina bi lezgînî” hat dayîn.

LI 6 NAVÇEYÊN AMEDÊ LÊGERÎNA NEFTÊ BÊ KIRIN

Li 9 taxên Amedê ji bo lêgerîna neftê ji zevîyên çandinîyê yên bi avî re biryara “îstîmlaqkirina bi lezgînî” hat dayîn.

Ji alîyê Wezareta Enerjî û Çavkanîyên Siruştî ve ji bo gelek zevîyên çandinîyê yên bi avî yên li navçeyên Sûr, Farîn, Bismil, Pîran, Erxenî û Çinarê yên Amedê re biryara “îstîmlaqkirina bi lezgînî” hat dayîn.

Sedema vê biryarê lêgerîna petrolê hat nîşandan. Her wiha biryar hat dayîn ku ji bo van herêman "ÇED ne hewce ye" hat gotin.

Sekreterê Giştî yê Komîsyona Hawirdor û Bajarvanîyê ya Baroya Amedê Ahmet Înan derbarê mijarê de axivî û dîyar kir ku ew ê ji bo betalkirina projeyan serî li dozgerîyê bidin û destnîşan kir ku di demeke krîza xwarinê heye de nayê qebûlkirin ku zevîyên çandinîyê bên îstîmlaqkirin û bibin çolên beton.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.