NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ 10 KES BI ÎDÎAYA "ENDAMÊ RÊXISTINÊ YE" HATIN GIRTIN

Di çarçoveya îfadeyên vekirî yên şahîdan de, ji 13 kesên ku Serdozgerîya Komarê ya Amedê di derbarê wan de biryara binçavkirinê dabû, 10 kes hatin girtin.

LI AMEDÊ 10 KES BI ÎDÎAYA

Di çarçoveya îfadeyên vekirî yên şahîdan de, ji 13 kesên ku Serdozgerîya Komarê ya Amedê di derbarê wan de biryara binçavkirinê dabû, 10 kes hatin girtin. Kesên ku li Amed, Mêrdîn û Rihayê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, sewqî Edlîyeyê hatin kirin. Piştê îfadeyên wan ên li dozgerîyê, ji 13 kesên ku bi daxwaza girtinê sewqî Dadwerîya Ceza ya Aslîyê hatibûn kirin, 10 kes bi îdîaya "endamtîya rêxistina terorê" hatin girtin. 2 kes bi şerta kontrola edlî, kesek jî piştê îfadeya li dozgerîyê hat berdan.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.