NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ 113 BERHEMÊN DÎROKÎ YÊN 3 ŞARISTANÎYAN HAT BIDESTXISTIN

Li Amedê bi dehan berhemên dîrokî yên 3 şaristanîyan hatin bidestxistin, 2 gumanbar hatin binçavkirin.

LI AMEDÊ 113 BERHEMÊN DÎROKÎ YÊN 3 ŞARISTANÎYAN HAT BIDESTXISTIN

 

Li navçeya Baglar a Amedê 113 berhemên serdema Bîzans, Roma û Asûrîyan ji alîyê ekîbên cendirmeyan ve hatin desteserkirin û 2 kes hatin binçavkirin.

 

Di daxuyanîya Walîtîya Amedê de wiha hat gotin: “Di encama lêkolînên plansazkirî û îstîxbaratî yên ku ji alîyê Fermandarîya Cendirmeyan a Navçeya Baglarê yên Fermandarîya Cendirmeyan a Bajarê Amedê ve hatin kirin; Li Taxa Sîrîmî 104 pereyên bi qebareyên cuda, 8 gustîl û 1 tabletek mînyatur ên serdema Bîzans, Asûrî û Romayê bi tevahî 113 berhem hatin desteserkirin. Du gumanbar piştê karên cendirmeyê sewqê Serdozgerîya Komarê kirin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.