NÛÇEYÊN KURDÎ

MIRINA ZEREN ERTAŞ LI AMED Û GELEK BAJARAN HAT PROTESTOKIRIN

Xwendekarên li KYK'ê yên li Amedê û li gelek bajarên din, mirina Zeren Ertaş ya ku di asansora wargeha li Aydinê de jîyana xwe ji dest da, şermezar û protesto kirin.

MIRINA ZEREN ERTAŞ LI AMED Û GELEK BAJARAN HAT PROTESTOKIRIN

Zeren Ertaş ji ber ku di asansör Wargeha Guzelhîsar a Keç ya li Aydin de asê ma û bi awayek xirab jîyana xwe ji dest da. Piştê bûyera bi êş, xwendekarên li wargehên KYK'ê dimînin bertek nîşanê bûyerê dan.

Duh êvarê li Amedê xwendekarên li Îyaz bin Ganem û wargeha Keçan a Suleyman Bin Halid dimînin nerazîbûn nîşanê bûyerê dan.

Di çalakîyê de xwendekaran bi qîrîna dirûşmên 'Kujer KYK', bi çepik û tilîlîyan rêveberîyên KYK'ê protesto kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.