GÜNDEM

MALPERÊN NÛÇEYAN WÊ REKLAMÊN SAZÎYA MEDYA Û RAGIHANDINÊ BIWEŞÎNIN

Guherîna di Rêziknameya Îlan û Reklamê ya Sazîya Reklamê ya Çapemenîyê de di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

MALPERÊN NÛÇEYAN WÊ REKLAMÊN SAZÎYA MEDYA Û RAGIHANDINÊ BIWEŞÎNIN

Guherîna di Rêziknameya Îlan û Reklamê ya Sazîya Reklamê ya Çapemenîyê de di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

Bi vê awayê malperên nûçeyan ên înternetê wê ji 1ê Nîsanê û vir ve daxuyanî û reklamên fermî yên Sazîya Ragihandina Çapemenîyê biweşînin. Li gor rêziknameya nû ya Sazîya Reklamê ya Çapemenîyê, malperên nûçeyan ên înternetê li giştîyê Tirkîyeyê, wê di 6 kategorîyan de bên dabeşkirin. Li gor vê yekê, malperên nûçeyan ên înternetê ji bo ku reklamên fermî werbigirin, di her kategorîyê de xebitandina hejmarek karker wê mecbûrî be. Herî kêm hejmara nûçeyên ku rojane bên weşandin û rêjeya xwendina malperan jî di nav şert û mercên wergirtina reklaman de bin. Tê payîn ku Tarîfa Bihaya Reklamê ya Fermî di rojên pêş de, ji alîyê Lijneya Giştî ya Sazîya Reklamê ya Çapemenîyê ve were dîyarkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.