NÛÇEYÊN KURDÎ

DÎERG BANGA PERWERDEHÎYA ZIMANÊ ZIKMAKÎ YA KURDÎ LI HEMÛ PARTÎYAN KIR

Xebata Reform û Çavdêrîya Perwerdehîya Amedê (DÎERG) pêşnîyar li hemû partîyên Meclîs û derveyî Meclîsê kir û wiha got: Bila perwerdehîya zimanê Kurdî li bernameyên bijartinê de cih bigre.

Her wiha DÎERG destnîşan kir ku perwerdehîya bi zimanê zikmakî yê kurdî bi îradeya hevpar a Meclîsê hat astengkirin, dîsa ev biryar kare bi biryara îradeya hevpar a Meclîsê were erêkirin û wiha axaftina xwe domand: ‘Partîyên ku di tifaqên Meclîsê de cih bigrin an negrin, bi erêkirina wan zimanê Kurdî kare bibe zimanê perwerdehîyê. 13 partîyên sîyasî ku di meclîsê de ne, 2 meh berîya hilbijartinê, divê di bernameyên xwe de cih bidin daxwaza perwerdehîya zimanê Kurdî. Divê êdî mafê perwerdehîyê ya bingehîn di bingeha qanûnaserekeyî de cih bigre.’

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.