NÛÇEYÊN KURDÎ

XIZMÊN WENDAYAN DI HEFTEYA 712’AN DE FAÎLÊN NARÎN PIRSÎN

Xizmên Wendayan û Komeleya Mafên Mirovan (İHD) a Şaxa Amedê di hefteya 712’an a çalakîya ‘Bila Wenda Bên Dîtin, Faîl Bên Darizandin’ de faîlên Vahît Narîn ku 30 sal berê hatibû qetilkirin, pirsîn.

Di çalakîyê de çîroka Vahît Narîn ku di 2’yê cotmehê ya 1992’yan de ji alîyê leşkeran ve hatibû qetilkirin û di otêleka li navçeya Pasûrê ya Amedê hatibû dîtin, hat xwendin. Keça Vahît Narîn Îkram Narîn di çalakîyê de axivî û wiha got: “30 sal berê li Pasûrê bûyerek mezin çêbû. Di nav vê bûyera mezin de bavê min hate qetilkirin. Bavê min esnaf bû. Bavê min kesek aştîxwaz û welatparêz bû. Em her sal vê bûyera mezin dubare dijîn. Ev 30 sal çêbûn lê êşa wî qet sivik nebû. Em tu carê ji doza xwe venegerîyan. Digel ku di destê me de delîlên şênber hebû, carek jî ji dozê encamek derneket û kujer nehat dîtin.” Piştê axaftinan bi çalakîya rûniştina deqeyekî, çalakîya vê hefteyê ya Xizmên Wendayan bi dawî bû.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.