NÛÇEYÊN KURDÎ

WALÎTÎYA COLEMÊRGÊ: TÊKILÎYA OZBEK Ê MHPYÎ BI BÛYERA ÇEKDARÎ RE TUNE YE

Li ser îdiaya ku Serokê bajarê Colemêrgê yê MHPê Fatîh Ozbek jî di bûyera ku li Colemêrgê kesek bi çekê birîndar bû de cih girtîye, ji walîtiyê daxuyaniyek hat dayîn.

Do li navenda bajarê Colemêrgê Hat îddîakirin ku ji ber nîqaşa di navbera Ozbek û parêzvanê wî Îsmaîl Arslan û hemwelatîyekî de derket, niqaş mezin bû, bi çeka Ozbek ê MHPyî an jî bi yanê parêzvanê wî gulebaran kirîye û hemwelatî bi giranî birîndar bûye. Hat diyarkirin ku Arslan ê ku bi îdiaya bi çekê N.E birîndar kirîye ji alîyê ekîbên polêsan va hat binçavkirin, û Ozbek ê MHPyî jî îfade da.  Derbarê bûyerê de ji teref Walîtiya Colemêrgê ve daxuyanî hat adayin û hat gotin ku îdiayên Ozbek bi çekê kesek birîndar kiriye bêbingeh in. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bûyera bi çekan di encama dijminahiya du kesên nasnameya wan dîyar de pêk hatîye; “Gûmanbarê bûyerê demek kin piştê bûyerê hat girtin û lêpirsîna edlî hat destpêkirin. Tu eleqeya Serokê bajêr yê MHPê Fatîh Ozbek bi vê bûyera re tuneye.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.