NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ Û 13 BAJARAN OPERASYONA DAIŞ’Ê! 7 KES HATIN GIRTIN

Ji 19 gumanbarên ku di operasyona li dijî DAIŞ’ê ya li Amedê jî di nav de li 13 parêzgehan hatin binçavkirin de, 7 kes hatin girtin.

LI AMEDÊ Û 13 BAJARAN OPERASYONA DAIŞ’Ê! 7 KES HATIN GIRTIN

Ji 19 gumanbarên ku di operasyona li dijî DAIŞ’ê ya li Amedê jî di nav de li 13 parêzgehan hatin binçavkirin de, 7 kes hatin girtin. Di lêkolîna ku ji alîyên ekîbên polîsan ve hat kirin de, hat diyarkirin ku 19 gumanbarên ku ji bo piştgirîya aborî bidin DAIŞ’ê hatin tespîtkirin. Bi talîmata Serdozgerîya Komarê ya Erdexanê, di 25ê Nîsanê de li 13 parêzgehan li dijî 19 gumanbaran operasyoneke hemwext hat lidarxistin. Gumanbarên ku bi îdîaya piştgirîya aborî didin DAIŞê hatin binçavkirin. Piştê karên wan ên li cendirmeyê temam bûn, sewqî edlîyeyê hatin kirin. Ji gumanbaran 7 kes hatin girtin, 12 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.