NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ 2 SIWARE LI HEV QELIBÎ! 2 JÊ GIRAN 6 BIRÎNDAR

Li ser rêya Eglê di encama lihevketina du siwareyan de 6 kes birîndar bûn.

LI AMEDÊ 2 SIWARE LI HEV QELIBÎ! 2 JÊ GIRAN 6 BIRÎNDAR

Li ser rêya Eglê di encama lihevketina du siwareyan de 6 kes birîndar bûn.

Qeza duh danê êvarê li Taxa Kalkan a ser rêya Amed-Eglê pêk hat. Siwareya ku Erkan K. diajot, dema ji xaçerêyê derdiket ser rêya sereke, li siwareya ku Îbrahîm Y. Diajot qelibî.

Di qezayê de Erkan K. û birayê wî Mehmet K. yên di wesayîta ticarî de, Îbrahîm Y. û Aydin Y. û 2 jinên navên wan nehat zanîn yên di siwareyê de bûn, birîndar bûn.

Hat ragihandin ku ji birîndaran re alîkarîya ewil mamosteyek ku ji cîhê qezayê derbas dibû kirîye û bi vî awayê birîndaran ji rewşên metirsîdar xilas bûne. Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristîyê û cendirme sewqê cîhê bûyerê bûn û 6 kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl.

Hat ragihandin ku rewşa Kadrî K. û yek ji jinên birîndar ku navê wê nehat zanîn giran e. Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.