NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ 4 JÊ GIRAN 151 AVAHÎYÊN BIXESAR YÊN TESCÎLKIRÎ HEYE

Di erdhejên ku li Mereşê pêk hatin de li Amedê hin avahîyên tescîlkirî jî zirar dîtin.

LI AMEDÊ 4 JÊ GIRAN 151 AVAHÎYÊN BIXESAR YÊN TESCÎLKIRÎ HEYE

Di erdhejên ku li Mereşê pêk hatin de li Amedê hin avahîyên tescîlkirî jî zirar dîtin.

Di nav avahîyên dîrokî yên xisar dîtine de Sûrên Amedê yên ku di sala 2015an de ji alîyê UNESCOyê ve wek Mîrateya Çandî ya Dinyayê hatîye qeydkirin û herwiha Birca Keç ku keleha herî mezin û kevin a li ser sûrên bajêr e, Minareya Çar Ling û Mizgefta Parlî Safa jî hene.

Bi kordînasyona Midûrîyeta Rapirsîn û Bîrdarîya Amedê, ekîba ji 18 kesan ku ji pisporên Midûrîyeta Herêmê ya Parastina Mîrateya Çandê û Midûrîyeta Muzeyê pêk tê xebatên tesbîtkirina zirara avahîyên tescîlkirî yên li bajêr didomînin.

Midûrê Lêpirsîn û Bîrdarîya Amedê Cemîl Koç, dîyar kir ku di xebatên xwe de dîtine ku 4 avahî giran, 30 bi nîvxesar û 117 avahî jî hindik dîtine. Her wiha 455 avahîyan jî xisar lê çênebûne.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.