NÛÇEYÊN KURDÎ

SEROKATÎYA CHPÊ YA BAGLARA GREVA XWE YA BIRÇÎBÛNÊ BI DAWÎ KIR

Serokê Navçeya Baglarê ya CHPê Recep Yavuz ku bi îdiaya ku kongreya wan bê hiqûqî hatîye betalkirin rojek berê dest bi greva birçîbûnê kiribû, dîyar kir ku greva xwe ya birçîbûnê bi dawî kirin e.

Yavuz û sekreterê navçeyê Alaaddîn Erîşen ku kongreya wan ji alîyê Serokatîya CHPê ya Amedê ve hatibû betalkirin, do (31ê Tebaxê) li avahîya navçeyê dest bi greva birçîbûnê kiribûn.

Yavuz di daxuyanîya xwe de dîyar kir ku çalakîya greva birçîbûnê bi dawî bûye û wiha got: “Weke Serokatîya Navçeya Baglarê ya Partîya me CHPê me hevdîtin pêk anîn û der barê berdewamkirina pêvajoya demokratîk a partîya xwe û lidarxistina kongreya xwe de agahî wergirt. Ji ber vê yekê em çalakîya ku me daye destpêkirin bi dawî dikin. Ez spasîya serokê me birêz Kemal Kiliçdaroglu, navenda me, wekîlên me, serokê bajêr û îdareya bajêr a partîya me û her kesê ku keda wan heye, dikim."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.