NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ 5 TON GOŞT Û SERÛPÊ YÊ QAÇAX HAT BIDESTXISTIN

Li Amedê ekîbên zabitayan di TIRekê dest danîn ser nêzî 5 ton goşt ên bê fatûre.

LI AMEDÊ 5 TON GOŞT Û SERÛPÊ YÊ QAÇAX HAT BIDESTXISTIN

Li Amedê ekîbên zabitayan di TIRekê dest danîn ser nêzî 5 ton goşt ên bê fatûre.

Ekîbên Şaredariya Yenîşehîrê û Şaredariya Bajarê Mezin, di encama kontrolên ku li gel polêsan kirin de, hat diyarkirin ku di qamyoneke ku ji Wanê hatibû Amedê, hat guman kirin ku tê de goştê qaçax heye.

Di lêkolîna ku hat kirin de hat tesbîtkirin ku goşt û serûpê ji bo tenduristiya mirovan zirar e. Piştê vê yekê bi tevlê şofêrê kamyonê û xwediyê goşt tevahî, 18 hezar û 422 lîre ceza hat birîn. Midûriyeta Tenduristiyê ya Şaredariyê diyar kir ku 5 ton goşt ku tesbîtkirin xisarê dide tenduristîya mirovan hatin îmhakirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.