NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ AKADEMÎYA MAFÊN ZAROKA HAT VEKIRIN

Li Amedê ji alîyê Komeleya Hêvîyên Rengîn û Komeleya Psîkologên Mezopotamyayê ve "Akademîya Mafên Zarokan a Hêlîn Hasret Şen" vekirin ku tê de binpêkirinên mafên zarokan tên şopandin û rapor tên eşkerekirin.

Gelek nûnerên sazî û rêxistinên sivîl beşdarê merasîma vekirinê ya ku li navçeya Sûrê ya Amedê hat lidarxistin bûn.

Endama Desteya Rêveber a Komeleya Hêvîyên Rengîn Zeynep Demîr Akçer di axaftina xwe ya vekirina akademîyê de bal kişand ser newekhevîya li hemberê zarokên Kurd û wiha anî ziman, "Em dibînin ku zarokên Kurd di her qadên xweîfadekirin û mafê lîstikê de rastê cudakarîyê tên.

Zarokên Kurd dema xebatên xwe yên jîyanî dimeşînin, mafê wan ê jîyanê tê binpêkirin. Divê dewlet mafê jîyanê yê zarokan biparêze. Qadên lîstikê vediguherînin qereqolan.” Li dû axaftinan akademî hat vekirin. Di vekirinê de awazên Kurdî hatin gotin û govend hatin gerandin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.