NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ BERTEKÊN JI QEYÛMA TTB’Ê RE ZÊDE DIBE

Platforma Ked, Demokrasî û Tenduristîyê ya Amedê, derbarê betalkirina rêveberîya TTB û tayînkirina qeyûm de bertekên tund nîşan da.

LI AMEDÊ BERTEKÊN JI QEYÛMA TTB’Ê RE ZÊDE DIBE

Platforma Ked, Demokrasî û Tenduristîyê ya Amedê, derbarê betalkirina rêveberîya Yekîtîya Tabîbên Tirk (TTB) û tayînkirina qeyûm a ser doza ku bi daxwaza Serdozgerîya Komarê ya Enqereyê hatibû vekirin de bertekên tund nîşan da.

 

Seroka Odeya Tabîban a Amedê (DTO) Elîf Turan di daxuyanîya ku bi beşdarîya gelek sazîyên sivîl û nûnerên odeyan ên li ber DTO hatin cem hev de axivî û dîyar kir ku ev midaxaleya di pêvajoya hiqûqî de li dijî nirxên demokratîk e.

 

Turan di axaftina xwe de dîyar kir ku yên bi hilbijartinê hatin e wê bi hilbijartinê jî herin û wiha got: “Yekîtîya Tabîbên Tirk bi qanûna bi hejmara 6023’an hatîye avakirin û rêxistineke pîşeyî ye û taybetîya wê sazîyeke cemawerî ye. Lîjneyên hatine hilbijartin bi hilbijartinan re tên û diçin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.