NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ BIJÎŞKEKÎ DI MALA XWE DE XWE KUŞT

Li Amedê bijîşkekî di mala xwe de xwe kuşt.

LI AMEDÊ BIJÎŞKEKÎ DI MALA XWE DE XWE KUŞT

Li Amedê bijîjkekî di mala xwe de xwe kuşt. Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin; Bijîşk Salahattîn Malgir ê 61 salî, li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê wek Pisporê Cerahîya Giştî kar dikir. Ji ber ku alîkarê Malgir, ti agahî ji wî negirt, rewşê ji polîsan re ragihand. Cenazeyê Malgir ê ku bi çekê xwe kuştîye, li Taxa Kayapinarê di malekê de hat dîtin. Ekîbên tenduristîyê dîyarkirin ku Malgir bi çekê xwe kuştî ye. Hat ragihandin ku Malgir ev nêzê 6 sal in tedawîya penceşêrê dibîne û meha borî ji ber krîza dil, rastê pirsgirêkên derûnî hatîye. Cenazeyê Malgir wê îro li Goristana Yenîkoyê bê definkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.