NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ CIWANÊ WINDA LI SIWAREYÊ MIRÎ HAT DÎTIN

Li Amedê, ciwanekî winda yê 23 salî, di siwareya xwe de li zevîyeke vala mirî hat dîtin.

LI AMEDÊ CIWANÊ WINDA LI SIWAREYÊ MIRÎ HAT DÎTIN

Li Amedê, ciwanekî winda yê 23 salî, di siwareya xwe de li zevîyeke vala mirî hat dîtin. Bûyer, duh êvarê li Taxa Talaytepe ya Navçeya Kayapinarê pêk hat. Hat îdiakirin ku xizmên ciwanê ê bi navê Suleyman Karaboga 2 roj agahî jê negirtin û ji bo lêgerînê agahî dan polêsan. Di lêgerîna ku hat kirin de, Suleyman Karaboga, di siwareya ku diajot de, mirî hat dîtin. Cenazeyê Karaboga ku ti birînên çekan û derbên lêdanê tune bû, ji bo otopsîyê birin Sazîya Tiba Edlî. Polîsan di derbarê mirina Karaboga de lêpirsîn da destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.