NÛÇEYÊN KURDÎ

JI ZANÎNGEHA BATMANÊ VE PROJEYA “ÇANDA GEL A ÊLIHÊ”

Bi projeya ‘Çanda Gel a Êlihê’ ku ji alîyê Zanîngeha Batmanê ve tê birêvebirin hat dîyarkirin ku derbarê nirxên çandî de wê envarter bê amadekirin.

JI ZANÎNGEHA BATMANÊ VE PROJEYA “ÇANDA GEL A ÊLIHÊ”

Bi projeya ‘Çanda Gel a Êlihê’ ku ji alîyê Zanîngeha Batmanê ve tê birêvebirin hat dîyarkirin ku derbarê nirxên çandî de wê envarter bê amadekirin.

Proje bi pêşengîya Rektor Prof. Dr. Îdrîs Demîr û bi koordînatorîya Endama Hîndekarîya Şaxa Zanistê ya Gelan Dr. Gorkem Dûran Gultekîn pêk hat. Di çarçoveya danasîna çanda bajêr de li 5 navçe û 25 gundan bi şênîyan re hevdîtin tên kirin. Bi projeyê tê bendêkirin ku çand û nêrîta Batmanê wek envantera çanda gel were berhevkirin û bê parastin. Rektor Prof. Dr. Îdrîs Demîr dîyar kir ku ji bo çanda bajêr bê parastin ev proje hate birêvebirin. Koordînatora projeyê Dr. Gorkem Dûran dîyar kir ku proje gihaştîye qonaxa dawîn û wiha berdewam kir: “Ev serdema ku teknolojî ewqas lê berbelav e mirov dixwazin vegerin ser eslê xwe. Mirov dixwazin nirxên xwe yên çandî hîn bibin. Em ji bo nirxên vî welatî ji alîyê çandî ve biparêzin, me dest bi vê projeyê kir. Me heta niha teqrîben serdana 25 gundan kir. Me derbarê çanda herêmê de lêkolîn kir.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.