NÛÇEYÊN KURDÎ

RÊVEBERÎYA MECLÎSA TTB JI WEZÎFEYÊ HAT GIRTIN

Di doza ku bi daxwaza betalkirina rêveberîya Meclîsa Navend ya Yekîtîya Tabîbên Tirk (TTB) hate vekirin de biryar hat dayîn.

RÊVEBERÎYA MECLÎSA TTB JI WEZÎFEYÊ HAT GIRTIN

 

Endam û parêzerên Konseya Navend ya TTB'ê yên ku tê xwestin ji wezîfeyê bên girtin, beşdarê danişîna biryarê ya li 31'emîn Dadgeha Aslîye ya Sivîl a Enqereyê bûn.

Dadger, derbarê neyartîya pasîf a Şebnem Korur Fîncanci de biryara betalkirina dozê da û di mijara serokatîya meclîsa navend ya bersûc de jî "Serokê meclîsê û endamên heyî ji wezîfeyê hat girtin.

 Hate hînbûn ku li şûna lîjneya rêveberîyê ya ji kar hatîye avêtin, serokên Odeyên Tabîban ên Erzirom, Meletî, Konya, Denîzlî û Samsûnê hatine tayînkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.