NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ DERBARÊ AVAHÎYÊN HATINE HILWEŞANDIN DE WÊ PÊVAJOYA HIQÛQÎ BÊ DEST PÊ KIRIN

Hat dîyarkirin ku xebatên hilweşandina avahîyên ku di erdhêjê de li Amedê zirar dîtine, ji ber ku li gor rêziknameyê nayên birêve birin kirin wê pêvajoya hiqûqî were destpêkirin.

LI AMEDÊ DERBARÊ AVAHÎYÊN HATINE HILWEŞANDIN DE WÊ PÊVAJOYA HIQÛQÎ BÊ DEST PÊ KIRIN

Hat dîyarkirin ku xebatên hilweşandina avahîyên ku di erdhêjê de li Amedê  zirar dîtine, ji ber ku li gor rêziknameyê nayên birêve birin kirin  wê pêvajoya hiqûqî were destpêkirin.

Lijneya Kordînasyona Bajêr a Şaxa Yekitîya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) a Amedê, derbarê avahîyên bixesar ên ne li gorê rêziknameya Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê tên hilweşandin, li Odeya Avahîsazên Amedê daxuyanî da.

Hevseroka Odeya Endezyarên Hawirdorê Nûjîyan Yildirim, dîyar kir ku di erdhêja navenda Mereşê de li Amedê zirareke mezin pêk hat û wiha got, "Li gor daneyên dawî yên hatin weşandin, li bajarê me di 152 hezar û 937 avahîyan de xebatên tesbîtkirina xisarê bi dawî bûne.

Di lêkolînan de 22 avahî hilweşîyane, 66 avahî divê bi lezgînî ben hilweşandin, 3 hezar û 252 avahî jî xisareke mezin dîtine û hat dîyarkirin ku 2 hezar û 828  avahî hindik xisar, 32 hezar û 652 avahî jî sivik xisar dîtine.

Piştê ku tesbît bi dawî bûn, hat ragihandin ku xebatên li ser avahîyên ku di erdhejê de zirar dîtine û bi lezgînî biryara hilweşandinê hat dayîn, bi kordînasyona Walî, AFAD, Midûrîyeta Bajêr, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê, Şaredarîya Bajêr û şaredarîyên navçeyan dest pê kir. Lê tê dîtin ku ji roja ewil a erdhejê û heta niha pêvajo nayê birêvebirin.

Yildirim bal kişand ser çavdêrîyên ku li qadê kirine û wiha got: “Em dibînin ku ji xeynî malzemeyên ku dikarin ji nû ve veguherînin pere ti malzemeyek nayê hilweşandin. Li gel van hemûyan, negirtina ewlehîya jîngehê li herêmên hilweşandî û ne li gorî tendirustî û ewlehîya kar, ji bo hemû welatîyan, bi taybetî jî karkerên ku li qadê dixebitin, metirsîyên pir cidî çêdike.

Em hişyarîyê didin rayedaran, derbarê temamkirina hilweşandinê bi girtina hemû tedbîrên pêwîst, û em ji raya giştî re radigihînin ku ji ber têkçûna wan, li hember kesên ku rêziknameyên qanûnî binpê dikin û kesên ku li ser navê gel berpirsîyarîya teftîşê li wan dikin û wezîfeya xwe bi cîhnaynin, wê dozên qanûnî bên destpêkirin.”

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.