NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ DI BÛYERA ZÊRFIROŞÊ DE 2 KES HATIN GIRTIN

Li Amedê di bûyera zêrfiroşê ku welatîyan xapandibû de, 2 kesên gumanbar hatin girtin.

LI AMEDÊ DI BÛYERA ZÊRFIROŞÊ DE 2 KES HATIN GIRTIN

Li Amedê di bûyera zêrfiroşê ku welatîyan xapandibû de, 2 kesên gumanbar hatin girtin. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin di derbarê zêrfiroşên ku li Amedê gelek zêr, dolar û lîreyê Tirk girtin û revîyan de lêkolîn hatibû destpêkirin. Di encama lêkolînan de hat tesbîtkirin ku 6 gumanbarên ku li Navçeyên Rezan û Kayapinarê xwedîyê 3 dikanên zêrfiroşê ne, bi tevahî 20 mîlyon û 80 hezar TL ji 138 welatîyan girtine. Bi berfirehbûna lêpirsînê re, hejmara gumanbarên ku berê 6 bûn, derket 8’an. Di çarçoveya lêpirsînê de E.G. û O.G. ji alîyê meqamên edlî ve hatin girtin. Ji bo girtina gumanbarên din lêpirsîn berdewam dike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.