NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ DI LÊGERÎNÊN KU LI 4 MALÊ HATIN KIRIN DE GELEK ÇEK HATIN BIDESTXISTIN

Li navçeya Sûrê ya Amedê, li dijî gumanbarên ku di destê wan de çekên bê ruxset hebûn, operasyon hat lidarxistin.

LI AMEDÊ DI LÊGERÎNÊN KU LI 4 MALÊ HATIN KIRIN DE GELEK ÇEK HATIN BIDESTXISTIN

Li navçeya Sûrê ya Amedê, li dijî gumanbarên ku di destê wan de çekên bê ruxset hebûn, operasyon hat lidarxistin. Li gor daxuyanîya ku ji Walîtîya Amedê ya di derbare mijare da hat kirin, hat tesbîtkirin ku di destê gumanbarên ku li Taxa Eryolûyê dijîn de, gelek çeken bê rûxset hene. Di lêgerîna ku li navnîşanên 4 gumanbaran hat kirin de; Hat ragihandin ku 2 tivingên Keleş ya AK-47 û 4 şarjorên vî Keleş, 9 tivingên nêçîrê yên bê rûxset, 2 çekên bê ruxset û bi 106 fîşekên 7,62 mm û 57 fîşekên 7,65 mm hatin bidestxistin. Di encama lêpirsînê de gumanbarek ji alîyê meqamên edlî ve hat girtin û şandin girtîgehê.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.