NÛÇEYÊN KURDÎ

TANRIKÛLÛ: PIRSGIRÊKA KURD BI ZIMANÊ DAYÎKÊ BÛ WEK PIRSGIRÊKA TIRSÊ

Parlamenterê CHP'ê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû dîyar kir ku pirsgirêka Kurd ne mijara terorê ye, bi vî rengê hatîye pêşkêşkirin û zimanê dayîkê bûye mijara tirsê.

TANRIKÛLÛ: PIRSGIRÊKA KURD BI ZIMANÊ DAYÎKÊ BÛ WEK PIRSGIRÊKA TIRSÊ

Parlamenterê CHP'ê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû dîyar kir ku pirsgirêka Kurd ne mijara terorê ye, bi vî rengê hatîye pêşkêşkirin û zimanê dayîkê bûye mijara tirsê.

Tanrikûlû di komisyona budçeyê ya plansazîyê ya ku budçeya Wezareta Perwerdeya Neteweyî hat nirxandin de axivî û got;

“Yek ji pirsgirêka herî bingehîn a Tirkîyeyê pirsgirêka Kurd e. Pirsgirêka Kurd ne meseleya terorê ye; Teror, tundî û pevçûn encamek wî ye, lê meseleya rast ew e ku mafên Kurdan ên ku ji nasnameya xwe derdikevin, li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev nayên naskirin e.Di encamê de Kurdên ku ji berêde li Tirkîyeyê hemwelatiyên vê komarê ne, tê texmînkirin ku ew ji pêncan yekê nifûsê ye, zimanê wan her tim qedexe bûye, zimanê zikmakî bûye cîhê tirsê û zimanê zikmakî her tim wek tirsa parçebûna komarê hatîye danisandin. Em ketine sedsala 2’yemîn a Komarê, mixabin me van tirsana ji holê ranekirin, ya herî girîng jî mijara bikaranîna zimanê dayîkê di perwerdeyê de ye. Ev nîşana wê yekê ye ku îktîdara sîyasî ya AKP’ê bi awayekî çareserî li pirsgirêka Kurd a Tirkîyeyê nanêre û polîtîkayên qedexekirinê yên ku mîrateya xwe girtîye, bi polîtîkayên nîvnasîn û îmhayê didomîne.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.