NÛÇEYÊN KURDÎ

LI PÊŞNÛMAYA QANÛNÊ MADEYA JI BO XIZMÊN KARKERÊN MADENÊ MÛÇE BÊ DAYIN HAT ZÊDEKIRIN

Di Lijneya Plan û Budçeyê ya Meclîsê de, 'Pêşnûmeya Guherîna Qanûna Rêbaza Bacê û Hin Qanûnan' a ji 23 xalan pêk dihat û ji aliyê AKP'ê ve pêşkêşî Meclîsê hat kirin, hat qebûlkirin.

Piştî ku xalên pêşnûmeyê yên li ser 'Elewîtiyê' hatin qebûlkirin, madeyên mayî jî bi dengên wekîlên AKP û MHP'ê ji aliyê komisyonê ve hat qebûl kirin.

Ji bo 41 karkerên madenê yên li Amasrayê di karesata madenê de jiyana xwe ji dest dane jî, li pakêta qanûna ku jê re tê gotin “teklîfa torbeyê” madeyek hat zêdekirin.

Li gorî vê; Hemû deynên prîmên ewlehiya civakî jî di nav de sîgortaya giştî ya tenduristiyê ya 41 karkerên ku di karesata madenê de jiyana xwe ji dest dane wê bên rakirin.

Ji bo xizmên karkerên madenê yên di qezayê de jiyana xwe ji dest dane wê mûçe bê dayîn.

Derbarê mûçeyên ku wê bên dayin de, prîmên kêm jî, wê ji teref Wezareta Xezîne û Darayî ve bên dabîn kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.