NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ DI MALEK DE ŞEWAT DERKET: KESEK REHMET KIR

Li Amedê di encama şewata ku di malekê de derket de, Hasan Altan ê 80 salî jîyana xwe ji dest da. Kurê wî Rıfat Altan (58) ji dûmanê jehrî bû.

LI AMEDÊ DI MALEK DE ŞEWAT DERKET: KESEK REHMET KIR

 

Li Amedê di encama şewata ku di malekê de derket de, Hasan Altan ê 80 salî jîyana xwe ji dest da. Kurê wî Rıfat Altan (58) ji dûmanê jehrî bû.

 

Li Taxa Muradîye ya navçeya Baglarê di xanîyê Hasan Altan ê ku li qata 6emîn a apartmanekê dijî, di saetên sibê de ji ber sobeya ceyranê ku qelibîye, şewat derket. Rıfat Altan ji bo ku bavê xwe Hasan Altan ê ku di hundir de bû rizgar bike ket hundir.

 

Lê Rıfat Altan ji dûmanê jehrî bû. Şewat bi midaxaleya ekîban hat kontrolkirin û hat vemirandin. Hat dîyarkirin ku Hasan Altan ê ku hat gotin astengdar e û di nav nivînan de ye, ji ber şewatê jîyana xwe ji dest daye.

 

Cenazeyê Hasan Altan ji bo otopsîyê birin Sazîya Tiba Edlî ya Amedê. Rifat Altan ê ku ji dûmanê jehrî bû piştê alîkarîya ewil ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê. Derbarê şewatê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.