NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ DI NAVBERA 2 MALBATAN DE BI ÇEKAN PEVÇÛN DERKET! BIRÎNDAR HENE…

Bûyer li semta Gazîler a Taxa Mezopotamya ya Navçeya Kayapinarê ya Amedê pêk hat.

LI AMEDÊ DI NAVBERA 2 MALBATAN DE BI ÇEKAN PEVÇÛN DERKET! BIRÎNDAR HENE…

Bûyer li semta Gazîler a Taxa Mezopotamya ya Navçeya Kayapinarê ya Amedê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku gihîştine navenda me ya nûçeyan, ji ber nakokîya erdan di navbera du malbatên xizmên hev de nîqaş derket.

Bûyer piştê niqaşê veguherî şer. Hat dîyarkirin ku di bûyerê de, çek jî hatine bikaranîn.

Hate dîtin ku welatîyên li derdorê û welatîyên di wesayîtan de li Bulvara Firatê ya ku bûyer lê qewimî, rawestîyan û hewl dan têkeve navbera alîyan û aram û aş bike.

Ekîbên polês ên ku hatin cihê bûyerê dema ku di aşkirina alîyên şer da zehmetî kişandin, gaza îsotê bi kar anîn û ji bo hişyarîyê gule bera hewayê dan.

Di bûyerê de 5 kes birîndar bûn, piştî mudaxeleya ewil a ekîbên tenduristîyê, birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Şer û pevçûn piştê mezinên malbatê hatin cîhê bûyerê, bi dawî bû. Ekîbên polêsan li derdorê tevdîrên ewlehîyê girtin.

KÊLBIKÊL VÎDEOYA BÛYERÊ

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.